Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êriş, şermezar kir û banga bicihanîna peymanan li hêz û civaka navneteweyî kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê armancgirtina maleke sivîl li bajarê Kobanê ji aliyê droneke Tirkiyê ve daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariyê ev got:
Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişên faşîst şermezar dikin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku pabendî soz û peymanên navneteweyî yên parastina maf; mal û milkên sivîlan bin.
Di daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariyê tekez jî kir divê zext li dewleta Tirk were kirin da ku êrişên bi vî rengî dubare neke.