Greva birçîbûnê ya rojnamgerên Behdînanê 21 roj li pey xwe hiştin

Greva birçîbûnê ya rojnamgerên Behdînanê a dijî zext û rewşa xirab ya girtîgehê 21 roj li pey xwe hiştin.

Di 16’ê sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkdana aramiya Başûrê Kurdistanê” li ser Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî.

17’ê sibatê de li dijî biryarê, zext û rewşa xerab a girtîgehê her pênc rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kir.

Greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê 21 roj li pey xwe hiştin.

Derbarê rewşa tenduristiya girtiyan de birayê Şivan Seîd, Eyhan Seîd ji Rojnews re axivî û got:

“Ev 3 heftiye agahiya me ji Şivan nînE, em nizanin tenduristiya wî çawa ye.

Pêwîste her hefte bi telefonê bi malbata xwe re biaxive, lê ev 3 heftiye rê nadin bi malbatê re biaxive.”

Parêzerê rojnamegerên Behdînanê Beşdar Hesen jî got ku ew dixwazin serdana girtiyan bikin, lê hîn ne diyar e ku wê destûra hevdîtinê bê dayîn yan na.

Back to top button