Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 80’ê de ye

Desthilata AKP-MHP’ê li hemberî berxwedana gel, çalakiyên rojane yên li dijî tecrîd û Komployê roj bi roj têk diçe.
Gelê Bakurê kurdistan û Tirkiyê ku ti carî serî li hemberî zilmê netewand, bi nêzbûna Komploya Navneteweyî qadên berxwedanê tijî kirine û dibêjin, Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye.

Sibe salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo ye.

Ji 3’ê mehan zêdetir li tevahî bajarên Bakurê kurdistan û Tirkiyê têkoşîn li dijî tecrîdê tê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza “ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di roja 80’ê de didome.

Çalakiyên nobetê yên bi pêşengiya dayikan jî duh li bajarê Mêrsîn, Edene,Mêrdîn,Stanbol û Wan dewam kir.

Di çalakiyên nobetê de çalageran gotin:

“Em hêvî dikin ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê.

Em daxwaza çareseriyê dikin. Tişta ku em bitirsin nîne. Em ê heta dawiyê têbikoşîn.”

Meşa Mezin a Azadiyê di roja 14’an de didome

Li aliyekî din ji 1’ê Sibatê “Meşa Mezin a Azadiyê” li Wan û Qersê destpêkirin û îro ket roja xwe ya 14’an.

Meşvanên Azadiyê duh gihaşt Amedê.

Meşvanên Azadiyê li her gund, bajarok, navçe û bajaran bi coşek mezin hatin pêşwazikirin.

Dîlan Kunt Ayan: Ji bo aştiyê, divê deriyê Îmraliyê bê vekirin

Derbarê Meşa Mezin a Azadiyê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û got:

Ev meş ne tenê meşeke ku ji parlamenterên Partiya DEM’ê pêk tê ye.

Yanî ne çalakiya partiyeke siyasî tenê ye.

Em behsa komeke meşê dikin ku ji gelê welatparêz Sakîne Demîr, dayika Sêvê, saziyên me piştgirî dan, dostên mafdar ên ji qada ked û çandê û hwd, piştevaniya vê çalakiyê kirin.

Divê ev yek tenê weke karê partiyeke siyasî neyê dîtin.

Di vê berxwedanê de bi taybetî jî dayik di eniya herî pêş de ne.

Ev hemû bi rastî peyamek e.

Ji bo aştiyê,divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.

Gelê me jî di wê baweriyê de ye ku heta deriyê Îmraliyê neyê vekirin, ev pirsgirêk çareser nabe.

Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku heta polîtîkayên tecrîdê yên dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebe, ev daxwaz û lêgerîna gel dê bidome.

Baskên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Amedê gihiştin hev

Back to top button