Artêşa Îsraîlê: Navendên Hamasê armanca êrişan bûn

Şevê din hin navendên li bajarê Xezayê hatin bombardimankirin. Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku navendên Hamasê bûn armanca êrişan û got, yek ji wan cihê hilberîna moşekan bû.

Doh 2 moşek ji aliyê Xezayê ve ber bi bajarê Til Ebîbê hatin avêtin.

Artêşa Îsraîlê weke bersiva li dijî vê yekê şevê din hin navendên Xezayê bombardiman kirin.

Bi gotina artêşa Îsraîlê, “navendên terorê” û cihê amadekirina moşekan ên girêdayî Tevgera Hamasê bûn armanca êrişê.

Artêşê îdîa kir ku wan piştî hişyarkirina sivîlên li herêmê êriş pêk anîne.

Dezgehên ragihandinê yên Hamasê jî diyar kirin ku balafir û tankên Îsraîlî êrişî hin navendên ewlekariyê û kampeke perwerdê kirin.

Berpirsên ewlekariya Filîstînî jî ji Ajnasa AFP re ragihandin ku balafirên Îsraîlê 10 roket ku devera Qadisiye ya Rojavayê Xan Yûnis barandin.

Back to top button