Li Îzmir a Tirkiyê êrişî 3 jinên Sûrî hat kirin

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê 2 nîjadperestên Tirk di otobusekê de li 3 jinên sûrî û zarokên wan xistin û wan ji otobusê avêtin.
Ev êriş di medyaya dîjîtal de hat pavekirin.

Bikarhînerên medyaya dîjîtal bi parvekirinên xwe de bertekên tund nîşanî hovîtiya nîjadperestên Tirk dan.

Di şîroveyan de hat gotin,

“Tirkiye sûcên herî hovane li dijî sûriyên li welêtên wan dike û li ser sînoran wan dikuje û heqaret li wan dike.

Nîjadperestiya dewleta Tirk sîstematîk e.

Wisa dike ji bo ku qewitandina sûriyan hêsantir bike.”

Back to top button