Xwendevanên Zanîngeha Bogazîçi ya Stanbolê di parastina mafê xwe de bi biryarin

Ji bo piştevaniya bi xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê re li Stenbol, Enqere û Îzmîrê xwepêşandan pêk hatin.

Polîsan 51 xwendevanên binçavkirî şand edliyê.

Serokomarê Tirkiye Erdogan yê çav berdayî zanîngehan herî dawî Prof. Dr. Melih Bulu weke rektrorê Zanîngeha Bogazîçî erkdar kir.

Li dijî vê bi rojane li Stenbol xwepêşandan têne lidarxistin.

Polîsan bi fermana Erdogan jî tundiyeke zêde li ser xwendevanan pêk tînin.

Tevî nerazîbûna xwendevanan, Bulu diyar kir ku wê ji erkê rektoriyê îstifa neke.

Di vê navberê de, 51 xwendevanên hatîn binçavkirin ji bo edliyê hatin şandin.

Xwendevanan ji bo piştevaniya hevalên xwe li ber avahiya edliyê kom bûn.

Li Îzmîrê polîsan êrîşî çalakiya ji bo Bogazîçiyê kir

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê û Hevgirtina Zanîngehan a Îzmîrê xwest li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyekê bide.

Çalakgeran zextên li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û binçavkirin protesyto kirin.

Polîsan êrîş bir ser çalakgeran û gelek kes binçav kirin.

30 Sanî ji dimenên êrîşa li ser xwendevanan çêbike.. hemu linkên dimenên şer dikarî bikar bênî

Back to top button