Karên destûrî yên ji bo hilbijartina serokatiya Iraqê despê kir

Piştî Dadgeha Federal a Iraqê giliyê dijî encamên dawî ên hilbijartina parlementoya Iraqê red kir û encama hilbijartinê erê kir, êdî welat li benda hikumeta nû ye. Ev hikumet jî li gorî destura Iraqê pêwiste heta 10’ê Adara 2022’an were avakirin.

10’ê Cotmeha 2021’an hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê pêkhat.

Bi ragihandina encamên hilbijartinê re beşek ji aliyên Şie encaman red kirin û ji bo betalkirina encamên hilbijartinê li Dadgeha Ferderal a Iraqê gilî kiribûn.

Ji aliyên Şie Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî, derbarê encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê de, gilî kiribû.

Duh Dadgeha Federal a Iraqê giliyên dijî encamên dawî yên hilbijartinê red kir û encamên ku komisyona hilbijartinê ragihandine, erê kir.

Piştî ku encamên hilbijartinê ji aliyê dadgeha federal ve hat erê kirin, ji niha şûnde li gorî destûra Iraqê, divê serokkomar di nava 15 rojan de bang li parlementoya nû bike û parlementoya nû yekem civîna xwe li darxe.

Piştî hilbijartina serokê parlementoyê, divê di nava 15 rojan de serokomarek nû ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin.

Kesê ji bo serokomariyê hat hilbijartin jî divê di nava 15 rojan de namzetê koma herî mezin a parlementoyê ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.

Divê ew namzet jî di nava 30 rojan de navên wezîrên kabîneya xwe ji parlementoyê re bişîne daku bawerî pê were dayîn.

Ger kesê ku serokomar wî/wê ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kiribû, di nava 30 rojan de nekarî kabîneya nû avake, li gorî madeya 78’an a desturê, serokomar pêwîste di nava 15 rojan de kesek din ji koma herî mezin a parlementoyê ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.

Ger wî kesî jî nekarî hikûmet avake, divê serokomar kesek din erkdar bike, lê vê carê ne şerte ew kes ji koma herî mezin a parlementoyê be.

Serokomar bi keyfa xwe ye dikare ji her komek din a parlementoyê kesek ji bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.

Li gorî destura Iraqê, divê 10’ê Çileya 2022’an serokê parlementoyê were hilbijartin.

25’ê Çile 2022’an serokomar were hilbijartin.

10’ê Sibata 2022’an serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû were erkdar kirin.

Divê heta 10’ê Adara 2022’an kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin.

Back to top button