Meclisa Leşekrî ya Girê Spî: Em ê dijî êrîşên Tirkiyê berxwedana xwe bidomînin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bal kişand li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê û eşkere kir ku wê bersiva êrîşan bidin û herêmê biparêzin.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên ser herêmê, Fermandarê Meclisa Leşkerî yê Girê Spî Riyad El-Xelef daxuyaniyek da.

Riyad El-Xelef diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ew e ku gundên ser rêya M4 bi dest bixe.

El-Xelef got ku rojane bi dehan top li navçeya Eyn Îsayê dikevin û ji ber vê jî jiyana sivîlan di metirsiyê de ye.

Riyad El-Xelef bal kişand ku xeterî ji ber topên neteqiyayî li Eyn Îsa û rêya M4 heye û diyar kir dema ku dagirkeriya Tirk êrîşan didomîne zehmete ku hêzên wan topên neteqiyayî li herêmê rakin.

El Xelk da zanîn ku şênî ji ber helwesatên hêzên Rûsyayê ya ku tenê bi awayekî şeklî li herêmê ye û hêzên hikumeta Şamê ne razî ne.

Fermandarê Meclisa Leşekrî ya Girê Spî Riyad El-Xelef destnîşan kir ku ewê bersiva êrîşan bidin û herêmê biparêzin.

Back to top button