Şandeyeke Fransî pişta projeya Rêveberiya Xweser girt

Şandeyeke Fransî serdana Rêveberiya Xweser kir û got ku ew piştgriya vê projeyê dikin.

Nivîsgeha ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ya fermî parve kir ku şandeyek Fransî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir .

Şande ji nivîskarê Fransî, pisporê kar û barên kurdî û navneteweyî Patrice Franceschi (Patirîs Franşiskî) , nivîskarê fransî Françoi-Henri Deserable (Fransiwa Hênirî Desirbil) , nivîskar û çalakvana mafên mirovan Zeyneb El Xezwî pêk hat.

Her du aliyan behsa danezana Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê kir û bal kişandin ser astengiyên li pêş wê.

Aliyê Fransî di nava wê civînê de got ku ew destekê dide projeya li vê herêmê ku li dû pêkanîna yekîtiye pêkhateyan e.

Her wekî piştrast kir ku wê li hemberî terorê bisekine.

Back to top button