”Di şexsê Rêber Apo de mirovahî tê êşkencekirin”

Li başûrê Kurdistanê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Komîteya Azadiya Ocalan bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Ocalan li navçeya Ranya çalakiyek girseyî lidar xist.

Dewleta tirk a dagirker û rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêberê Ocalan ji wê rojê de nerzîbûnên gel ê aştîxwaz li tevahî cîhanê zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de li Ranya yê jî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Komîteya Azadiya Ocalan çalakiyek li darxistin .

Di çalakiyê de Hevserokê Tevgera Azadî yê Herêma Raperînê Seyîd Xalid axivî û kiryarên dewleta tirk şermezar kir.

Seyîd Xalid diyar kir ku di şexsê Rêber Ocalan de, gelê Kurd û mirovahî tê êşkencekirin .

Seyîd bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûna navnetewî kir ku li dijî kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin.

Piştre Nûnerê PYD’ê yê Herêma Raperîn Bekir Kobanî peyamek bi zimanê erebî xwend.

Di peyamê bang li aliyên azadîxwaz hate kirin ku xwedî li Rêber APO derkevin .

Back to top button