Dagirkeriya Tirk ji gundên navçeyên Raco û Cindirêsê 4 welatî revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro jî ji Efrîna dagirkirî 4 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Li gorî nûçeya ANHA’ê , çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyê bi navê Luqman Îbrahîm Hesen ê ji gundê Meydana û kesên birayên hev ên bi navê Hesen Qere yê 55 salî û Hisên Qere yê 60 salî ên ji gundê Moseko yên girêdayî navçeya Racoyê revandin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk duh welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Nûrî yê 37 salî jî ji gundê Kefersefrê yê Cindirê revandin.

Hate diyarkirin ku Mihemed Xelîl Nûrî beriya niha jî 3 caran, hatibû revandin.

Hate diyar kirin kesên hatine revandin birine cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Di van demên dawiyê de revandina li Efrînê ji aliyê çeteyan ve zêde bûne.

Back to top button