Hevserokên bajêr ên HDP’ê li navenda giştî ya partiyê li hev civiyan

Hevserokên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li Navenda Giştî ya partiyê li hev civiyan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di civînê de axivî, diyar kir ku hewceye demokrasiya herêmî li dijî desthilatdariyê bê xurtkirin û got:
“Çawa ku têkoşîna herêmî hêza bingehîn a Tifaqa Demokrasiyê be, demokrasiya herêmî jî dilê demokrasiya pêşketî ye.”

Hevserokên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya partiyê ya li Enqereyê civîn li dar xist.

Axaftina destpêkê ya partiyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar kir.

Mîthat Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa demokrasiyê ye

Sancar, bi bîr xist ku wan ev sal, weke sala fînalê destnîşan kiriye û diyar kir avakirina tifaqa demokrasiyê armanca wan ya esasî ye.

Sancar, bi domdarî bal kişand ser hevdîtin û civînên ji bo avakirina Tifaqa Demokrasiyê û wiha got:

“Em dixwazin demokrasiyeke xurt ava bikin û li ser vê bingehê jî aştiyê pêk bînin.

Gava vê hewldana ya herî girîng jî, demokrasiya herêmî ye.

Têkoşîna herêmî çawa ku girîngtirîn hêza Tifaqa Demokrasiyê be, demokrasiya herêmî jî dilê demokrasiya bihêz e.

Mîthat Sancar: Reya 3’yemîn û Tifaqa demokrasiyê rêya xelasiyê ye

Sancar destnîşan kir heta demokrasiya herêmî nebe, tu demokrasî jî nikarin bên avakirin û got

“Di halê hazir de desthilatdarî ji bo sazkirina faşîzmê her tişta ji dest tê dike

Li dijî vê hewldanê jî alternatîfa herî baş, demokrasiya xurt e û HDP ye.

Lewma HDP û Rêya 3’yemîn û Tifaqa Demokrasiyê rêya xelasiyê ye.”

Sancar, diyar kir ku ji sedî 90’î civaka Tirkiyê xizan e û destnîşan kir sedema krîza heyî jî pergala desthiladariyê ye.

Di dewamê de Sancar bal kişand ser mirinên li girtîgehan û binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş û got:

“Desthilat bi vê sepana xwe re cezayê îdamê bi awayekî fiîlî xistine meriyetê.”

Herwiha bi domdarî Sancar qala êriş û operasyonên dewleta tirk yên li dijî partiyan wan û gel kir.

Mîthat Sancar: Em ê stratejiya xwe ya di hilbijartinan de li ser têkoşîna hevpar ava bikin

Sancar, da zanîn ku kî çi dike bila bike lê wê nekare pêşî li ber fikra HDP’ê bigirin û axaftina xwe wiha qedand:

“Rêya herî bingehîn a rûxandina vê desthilatdariyê ew e ku em alternatîfeke xurt nîşanî vî gelî bidin.

Alternatîfa me heye û em ne tenê dê vê desthilatdariyê têk bibin, her wiha dê vê pergala ku tundî li her qadê belav kirî jî biguherînin.

Em ê stratejiya xwe ya di hilbijartinê de jî li ser têkoşîna hevpar û tifaqa demokrasiyê ava bikin.”

Back to top button