Bahoza tozê li Başûrê Kurdistanê

Rêveberiya Tenduristiya Kerkûkê ragihand ku ji ber bahoza tozê, li Kerkûkê heya niha 721 kesan serî li nexweşxaneyê dane.

Li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê 3 rojin bahozek tozê heye û hîn jî berdewame.

Rêveberiya Tendurustiyê ya Kerkûkê ragihand ku ji ber bahoza tozê, di nava 2 rojên dawî de 721 kesan serdana nexweşxaneyê kirine.

Piraniya van kesan nexweşiya nefesê bi wan re heye.

Li gorî pisporan wê bandora bahoza tozê heya êvarî berdewam bike.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêr jî, ji duh ve li Hewlêrê 222 kesan ji ber ku nekarîne bêhnê bistînin, serî li nexweşxaneyan dane..

Li dihokê 163 û li Silêmaniyê jî 11 kesan serî li nexweşxaneyan dane.

Back to top button