Jinwar çawa xwe ji vîrûsa Coronayê diparêze?

Li gel belavbûna vîrûsa korona li cîhanê û mirina bi sed hezaran kesan, gundê Jinwar pergalek taybet ji bo xwe diyar kiriye, ev pergal beriya derketian vîrûsa korona hebû, tevî vê jî niştecihên wê tevahiya tedbîrên pêwîst digirin.

Jiyan li Jinwar a ku ji hêla jinê ve tê birêvebirin, didome.

Gundê Jinwar li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê hatiye avakirin.

Jinên gund tevahiya pêwîstiyên xwe bi xwe peyda dikin.

Jin nan li firina gund çêdikin, sebze û fêkî ji baxçeyên gund ên ku bi xwe diçînin peyda dikin.

Jinan li Jinwar tevahiya tedbîrên xwe-parastinê ji vîrusê digirin.

Têkildarî mijarê şêniyeke gund Şîrîn Mihemed destnîşan kir ku li Jinwar pergalek taybet a tevgera ketin û derketinê heye û got:

Ev pergal beriya derketina vîrûsa koronayê heye.

Bi derketina vîrusê û di çarçoveya tedbîrên hatine girtine de, nabe kesek bê-devpoşk û lepik ji mal derkeve.

Divê kesên serlêdana gund bike tedbîran di ber çavan re derbas bikin.

Jinwar tevahiya pêdiviyên xwe bi awayekî xweser peyda dike, jin amûrên malan tevî cil û berg bi xwe çêdikin.

Li gund navendeke tenduristî jî heye û nexweşên gund pêşwazî dike.

Endama navenda tenduristî Hena Silêman anî ziman ku navend piştî girtina tevahiya tedbîran, nexweşan pêşwazî dike, endamên navendê jî lepik, devpoşkan li xwe dike û kar dikin.

Peydakirina pêdiviyan bi awayekî xweser û bi keda jinê hişt ku jin ji gund der-nekevin.

”Hem xwe û hem dora xwe diparêzin”

Jinên gund beriya kar û piştî wê destên xwe dişon, dema ji mal derketin devpoşk û lepik li xwe dikin.

Hawaya gund pak û malên gund bi çend metreyan ji hev dûr in, jin di nav zeviyan de ji hev dûr kar dikin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku xebatên avakirina Jinwar di 10 Adara 2017`an de destpê kirin.

Gund di 25`ê Mijdarê de Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hate vekirin.

Back to top button