Yekîtiya Jinên Ciwan rojê zêdetirî 250 devpoşkî çêdike

Li dijî belavbûna vîrûsa Corona li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî girtina tedbîran dewam dike. Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarokê Red Şeqra ya navçeya Holê dest bi çêkirina devpoşkan kir. Rojê bêtirî 250 devpoşk tê amade kirin, piştî bi dawî bikin wê li ser gel belav bikin.

Ji ber daxwaza zêde ya devpoşkan û kêmbûna wan li dermanxane û navendên tenduristiyê, Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarokê Red Şeqra ya navçeya Holê, dest bi dirutina devpoşkan kir.

Di werşeyê de 6 jin dixebitin û rojê zêdetirî 250 devpoşkan didirun.

Ev însyatîf di çarçoveya însyatîfên mirovî û çalakiyên civakî yên bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbaskirina alzoiyan de, pêk tê.

Têkildarî vê, yek ji rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Besme Mihemed axivî.

Besme Mihemed diyar kir ku ev xebat, bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ku bi armanca destekdayîna gel û xweparastina ji vîrûsa Coronayê ye tê kirin.

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Besme Mihemed bang li bazirganan kir ku di vê pêvajoyê de li cihê kesbaziyê bikin, bi gel re bibn alîkar û destek bidinê.

Dema çêkirina devpoşkan bi dawî bibe wê li gel werin belavkirin.

Back to top button