Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina duyemîn kongreya xwe ya giştî de, îro civîna xwe ya duymîn a berfireh li bajarê Hesekê li dar xist.
Civîn li hola Reşo ya Hesekê bi amadebûna endamên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kongra Star hat lidarxistin.
Di civînê de berdevka Meclisa Jinan a Kantona Hesekê Nuha El Yesawî li ser destkeftiyên jinan di hemû qadên siyasî, aborî û leşkerî û projeya neteweya demokratîk axivî.
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Lîn El Zahir jî perspektîfên siyasî û rêxistinî yên Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê xwendi û got:
“Ji destpêka damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê ve jinan bi rêya nivîsgehên xwe yên taybet, xwe bi rêxistin kirin.
Di encama keda wê de û li ser esasê biryarên kongreya duyemîn a partiyê, Nivîsgeha Jinan veguherî Meclisa Jinan.”