ŞehîdAzad Asûrî li Dêra Meryem El-Ezra hat bîranîn

Dêra Meryem El-Ezra ya li Til Temirê ji bo bîranîna şervanê QSD’ê şehîd Azad Asûrî li goristana şehîd Xebat ayînek li darxist.

Bi dehan welatiyên Asûrî yên ji Til Temir, Hêzên Parastina Asûr û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê beşdarî ayînê bûn.

Beşdaran hêvî kir ku ruhê şehîd Azad Asûrî di aştî û aramiyê de be û sebir û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 31’ê Tîrmehê de 4 şervanên QSD’ê di encama êrişeke balafireke bêmirov a li gundekî Girê Spî yê dagirkirî de şehîd bûn.

Di nav de şehîd Qeys Berxo Sîlîviya (Azad Asûrî) ê ji pêkhateya Asûrî jî hebû.

Back to top button