Komxebata Şêwirê bi encamnameyekê bi dawî bû

Duh li bajarê Reqayê, komxebata Şêwrê ya amadekariya kongreya hêz û kesayetên Demokratîk hat lidarxistin û îro di roja dûyem de dewam kir. Îro di komxebatê de nenavendîbûn mijara sereke ya nîqaşan bû û komxebat bi encamnameyê bi dawî bû.

Duh li bajarê Reqayê, komxebata Şêwrê ya amadekariya kongreya hêz û kesayetên Demokratîk hat lidarxistin û îro di roja dûyem de dewam kir..

Komxebata Şêwirê ya Reqayê, bi beşdariya 50 delege ji kesayetên nîştimanî, partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl a Reqayê hate lidarxistin.

Îro, mijara nîqaşê ya destpêkê, sîstema nenavendî û rêgezên wê bûn.

Rêgezên nenavendîbûnê li Sûriyê hatin nîqaşkirin

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Zebiye El Nasir têgeha nenavendîbûnê şîrove kir û ev yek anî ziman: “Yekemîn destûra nenavendî li Rojhilata Navîn, destûra Sûriyê di 1920´an de bû. Di madeya duyemîn a destûrê de hate gotin ´Sûriye ji kantonan pêk tê û yekitiyeke siyasî ku nayê parçekirin, ava dike´.

Bi wê re nenavendîbûn ne afirîneriyek e yan jî rewşeke awarte li Sûriyê ye. Lê belê ji dema damezirandina Sûriyê û heta vê kêliyê, tê nîqaşkirin e.”

Piştî van rêgezan, nîqaşan dewam kir..

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebat bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Hin xalên girîng ku di encamnameyê de hatin ziman jî wiha ne:

-Girînge ku çareseriya Siyasî li gorî biryarên navnetewî were dîtin.

-Hêzên Sûriyê yên niştîmanî û demokrat kom bibin û bibin xwedî pêşdîtinên zelal û di çareseriyê de bêyî ku aliyek were paşguhkirin..

-Li ser girîngiya avakirina nasnameya Niştîmanî ya Sûrî hemfikrin ku ew dibe gava yekem a ber bi aştiya civakî ve..

-Divê xîtaba siyasî û ragihandinê li ser esasê têgeha nasnameya serdemê ku hemû rengên netewî, olî û mezhebî li Sûriyê di nava xwe de dihewîne be.

-Kesên amade li ser têgîna nenavendîbûnê ku bibe sîstemeke îdarî ji bo çareseriya li Sûriyê li hevkirin.

-Aliyan li hev kirin ku rêveberiya Xweser weke rengek were dîtin ku lêkolîn li ser erênî û neyêniyên wê were kirin ku bibe nimûne ji bo Sûriya pêşerojê ku hemû Sûrî qebûl bikin..

Back to top button