KCD: PDK ziyanê dide yekîtiya netewî divê Kurd bikevin nava tevgerê

Kongra Civaka Demokratîk-KCD’ê bertek nîşanî êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re da û got,
“Helwesta PDK’ê zerarê dide yekitiya neteweyî û xetereyê li ser pêşeroja gelê kurd dike.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê êrişên PDK û dewleta Tirk yên li dijî gerîla daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KCD’ê de hat diyarkirin di mijara yekitiya neteweyî de helwesta PDK’ê zerareke mezin dide gelê kurd û wiha hat gotin,

“PDK’ê peymanên ku di demên dawî de bi Tirkiyê re mohr kirine, pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê xistiye xetereyê.

Divê kurdên welatparêz û azadîxwaz û dostên wan li dijî vê yekê bihestiyar tevbigerin û bêyî ku dereng bibe, bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber ku dewleta tirk li dijî statûya kurdan şer dike û hem destkeftiyên gelê kurd û hem jî pêşeroja wan di bin xetereyê de ye.

Hem di pratîka Rojava û hem jî di şerê Ûkraynayê de xuya bû bê ka xwerêveberî û xweparastin ji bo gelekî çiqas girîngin.

Tekane rêya rizgariyê, neteweya demokratîk e.”

Back to top button