Lîbya wê hilberîna petrolê bigihîne 1,4 milyon bermîlan

Hikûmeta demkî ya Lîbyayê bi armanca zêdekirina hilberîna rojane ya petrolê li welêt dest bi plana neteweyî ya pêşxistina sektora neft û gazê kir.
Wê Lîbya hilberîna petrolê bigihîne 1,4 milyon bermîlan.

Li gor dimenê li ser rûpela fermî ya medyaya civakî ya bi navê Hakomitna hatiye belavkirin de, Ebdulhemîd Dîbeybe beşdarî merasîma ku destpêkirina planê hatibû ragihandin bûye.

Di merasîmê de Dîbeybe diyar kir ku di sala 2022’an de berhemanîna rojane ya petrolê wê bibe milyonek û 400 hezar bermîl.

Ev dane wê di nava salên bê de jî zêdetir bibe.

Dibeybe bi bîr xist ku di sala 2022’an de ji bo plansaziya pêşdebirina Şirketa Neteweyî ya Petrolê komîsyonek hat avakirin û wiha got:

Jji bo başkirina rewşa darayî ya xebatkarên sektorê, komîsyon pêşniyara hevdîtinê budçeyek ji saziyê re were veqetandin kiriye.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Civata Wezîran Adil Cuma anî ziman ku pêşnîyaz hatin erêkirin û pirsgirêkên sektora petrolê ya Lîbyayê bi dawî dibin.

Di daxuyaniya ku di meha sibatê de ji aliyê Serokatiya Şirketa Petrolê ya Lîbyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li welêt rojane hilberîna petrolê 1 milyon û 200 hezar bermîl e.

Back to top button