PAJK’ê êrişên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir

PAJK’ê bi daxuyaniyekê êrişên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir. PAJK’ê da zanîn ku wê gelê kurd hesabê van êrişên Tirkiyê bipirse, meşa azadiyê ya jin û gelên azadîxwaz dewam dike û got:” Di sedsala 21’emîn de wê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede”.

Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PAJK’ê derbarê êrişên dewleta Tirk di 19’ê Mijdarê de li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî da.

PAJK: Wê gelê Kurd hesabê van êrişên Tirkiyê bipirse

PAJK’ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê bi êrişa hovane ya li Taksîmê bi daxuyaniyên xwe ve xwest tevgera wan û rêveberiya Rojava tewanbar bike.

Desthilatdariyekî wiha, ji bo ewlekarî û pêşeroja gelên Tirkiyê tehdît û metirsiyekî mezin e.

Bi êrişa berfireh ya li ser Herêmên Parastinê yên Medya û Rojavayê Kurdistanê re pêşeroja demokratîk ya gelê Kurd, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji holê rakirin, hatiye hedefkirin.

Divê gelên Tirkiyê ji vê desthilatdariyê hesap bixweze.

PAJK’ê anî ziman ku piştî civîna G-20 ji êrişa desthilatdariya faşîst ya dewleta Tirk di serî de Amerîka-Rusya û tevahî hêzên hevpeymanî berpirsyar in.

Em ji welatparêzên di vê êrişa hovane de şehîd bûne ji malbat û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwezin.

Wê gelê Kurd di sedsala 21’emîn de berdêla wê çi dibe bila bibe dev ji tekoşîna parastina hebûna bernedê û wê hesabê van êirşan bipirse.

pajk: meşa azadiyê ya jin û gelên azadîxwaz dewam dike

Di dewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku meşa azadiyê ya jin û gelên azadîxwaz ji dîrokê û heta roja îro dewam dike.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi awayekî topyekûn bi hemû rê û rêbazên dermirovî berdewam dikin.

Têkoşîna jinan ya di vê qonaxa dîrokî de pêş dikeve di pergala serdest de metirsiyeke mezin daye avakirin.

PAJK: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin

Di dawiyê de PAJK’ê wiha anî ziman:

Qonaxa îro tekoşîna jinan xwe gîhandiye, qonaxa di armanc de zelal bûyîn e. Ev jî bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî” derbasî qonaxekî nû ya tekoşînê bûye.

Em wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK, xwe li ser hîmê yekparebûna tekoşîn û heqeqeta jinên tekoşînvan bihêztir dikin.

Bi vê israrê em biryardariya xwe ya heta em şoreşa jinê mîsoger bikin, em ê tekoşîna xwe nedin rawestandin.

Back to top button