Îran êrişî partiyên Rojhilat kir

Ji roja destpêkirina xwepêşandanên gel, dewleta Îranê bi dijwarî êrişî navendên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dike.
Doh ji bo cara 3’an êrişa bi moşekan pêk hat.
Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Şevê din baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran û Komele careke din bûn armanca moşkerên Îranê.

Li gorî çavkaniyên PDK-Îran, êrişa li dijî herêma Koyê bû sedem ku Kurdê binavê Behzad jiyana xwe ji dest bide.

Êrişeke din a bi moşekan li derdora Silêmaniyê pêk hat.

Navenda Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê a li devera Sirguwêz bû aramnca lêdana moşekan.

Hemwext li dijî Kampa Penaberan a Cêjnîkan jî bombebaran pêk hat.

Dewleta Îranê 28’ê Îlonê û 14’ê Mijdarê jî navendên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirin.

Back to top button