Dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne

Şeva 19’ê Mijdarê artêşa Tirk bi erêkirina NATO û qaşo hêzên garantor ên li Sûrî Rûsta û Amerîka, êrişî Rojavayê Kurdistanê kir.Di van êrişan de eşkere komkujî li dijî sivîlan pêk hatin.Siyasetvan, parlementer û parêzvanên mafê mirovan nerazîbûn nîşan van êrişan dan.

  • Rep. Frank Pallone-Endamê Kongresa Amerîkayê

Endamê Kongresa Amerîkayê Frank Pallone bi van gotinan nerazîbûn nîşan êrişa dewleta Tirk a 19’ê Mijdarê da:

Erdogan, tevî Nexweşxane, gelek navendên sivîl bombebaran kirin. Ev bi serê xwe dibe sedem ku Amerîka firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê asteng bike. Erdogan nîşaneya êrişkariyê ye. Lewma nabe ku Amerîka baweriya xwe pê bîne.

  • Sergey Lagodinsky-Endamê Parlementoya Ewrûpayê

Endamê Parlementoya Ewrûpayê Sergey Lagodinsky jî ragihand ku ew ji ber êrişên Tirkiyê zêde bi fikare û got;

Tişta di bin navê fikarên ewlekariyê de tê kirin, eger rê li ber binpêkirina mafê miriovan vedike, ew ê ti carî ne rewa be.

Hêviya me ew e ku huqûqa navneteweyî serdest bibe.

  • Clara Anne Bünger-Rêvebera Partiya Çep li Almanya

Rêvebera Partiya Çep li Almanyyê Clara Anne Bünger (Klara Ana Bûrger) jî bi van gotinan îşaret bi xemsariya hêzên cîhanî kir:

Dewleta Tirk, nexweşxane û ambarên genim bombardiman dike. Li derveyî sînorên xwe sivîlan dikuje.

Ev yek eşkere li dijî huqûqa navneteweyî ye.

Demên dawî ew kesên ku dirûşmeyên Jin, Jiyan, Azadî bilind dikin lazime bê deng nemînin.

Gelo çima hukûmeta federal a Almnayayê van êrişan şermezar nake?

  • Ulrich Lechte-Parlementerê FDP-Almanya

Parlementerê Partiya FDP a Alman Ulrich Lechte wiha nerazîbûn nîşan êrişan da:

Erdogan huqûqa navneteweyî binpê dike. Ew li Sûrî û Iraqê êrişî herêmên Kurdan dike. Di wexteke wiha de artêşa Îranê jî derbasî bajarê Kurdan Mahabadê dibe. Ji ber van êrişan gele sivîl têne kuştin.

Êdî lazime em bikevin nava tevgerê.

  • Nadine Maenza-Komîteya Navneteweyî ya Azadiya Olan

Seroka Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza wiha balê dikşîne ser êrişan:

Dewleta Tirk Kobanê, Dêrik, Til Rifat, Şehba û Zirgan bi balafiran bombardiman dike.

QSD’ê bi dayîn 11 hezar qurbanî DAIŞ têk bir û şervanên QSD’ê niha dibin armanca êrişên Tirkiyê.

  • Michael Wilk-Doktor û Nivîskar-Almanya

Doktorê destwerdana lezgîn ê rewşên şer û nivîskarê Alman Michael Wilk jî dibêje:

Êrişên azmanî yên dewleta Tirk li dijî Rojava, terora dewletê ye. Bi lez û bez êrişa li Stenbolê xistin stûyê şervanên ku DAIŞ têk birine.

Erdogan niha di bin zextan de ye û ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike pêwîstiya wî bi şerekî wiha heye.

  • Bodo Ramelow-Siyasetvanê Alman

Siyasetvanê Alman û serokwezîrê berê yê eyaleta Thuringia Bodo Ramelow jî dibêje:

Endama NATO dewleta Tirk, êrişî Sûrî û Iraqê dike. Lê hevalbendên wê kerr û lal in. Ya têkirina neheqiyeke eşkere li dijî Kurdên Sûîr, Iraq û Îranê ye.

Civaka Navneteweyî bêdeng e. Ev helwesteke pir kirêt e.

Back to top button