Çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê gule bera zarokekî 9 salî da

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, gule bera serê zarokekî 9 salî yê bi navê Yûsûf yê li Serêkaniya aliyê bakur dan.

Çeteyan ji bajarê Serêkaniyê yê di bin kontrola dagirkeriya dewleta Tirk de, gule berdan aliyê Serêkaniyê yê bakurê Kurdistanê û li serê Yûsûf yê 9 salî yê li Taxa Bariş xistin.

Yûsûf dema ku diçû mala bapîra xwe, hat gulebarankirin.

Malbatê kurê xwe rakir Nexweşxaneya Serêkaniyê ya Dewletê.

Yûsûf piştî mudaxeleya destpêkê ew rakirin nexweşxaneyeke taybet a li navenda Rihayê.

Li gor hatî ragihandin rewşa tendirustiya Yûsûf ne baş e.

Back to top button