Bi hezaran welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE’yê Elî Beşîr bi nasnav Fedekar di nav tilîlî û sloganan de spartin axê.
Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnameya Fedekar Heleb ê di qonaxa yekem a berxwedana serdemê de şehîd bibû eşkere kir.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.
Xedîce Îbo diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan û girêdana gel bi têkoşîn û berxwedanê ve, dê hemû komplo û planên qirkirina gelê Kurd û gerîla têk biçin.
Endamê Meclisa Kantona Efrînê Ehmed Selamê jî diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan û fikrên rêber Ocalan bimeşin.
Di dawiyê de wesîqeya şahadetê ya şehîd hat xwendin û radestî walbatê hate kirin.