Wezîrê Nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebar diyar kir ku zêdetirî 75 rojane guftûgo û hewldanên Bexda yên li gel Herêma Kurdistanê negihîştine ti encamê û got:
Wê biryara Dadgeha Federal a têkildarî nefta Başûrê weke xwe were pêkanîn.
Wezîrê Nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebar got: “Pêwîste li ser Wezareta Neftê û Encumena Rêveberiya Kompanya Niştimanî ya Neftê amadekarî ji bo pêkanîna biryara Dadgeha Federal a li ser Herêma Başûrê Kurdistanê werin kirin.
Dibe ezmûnên dîrokê bibin sedema çêbûna derzê li baweriya di navbera hikûmeta navendî û hevbeşên li Başûrê Kurdistanê de, lê em ne berpirsê vê pirsgirêkê ne.”
‘Divê hemû dahata neftê vegere ji bo bûdceya giştî’
Îhsan Ebdulcebar got: “Me zêdetirî carekê herêm piştrast kiriye ku Bexda naxwaze çalên neftê yên li Herêma Başûrê Kurdistanê kontrol bike, lê dixwaze çalakiyên neftê rêxistin bike û bike çalakiyek rasteqîn a bazirganiya zelal.”