ANHA: Çeteyan di meha Nîsanê de 44 kes revandin

Tenê di meha Nîsanê de, artêş û çeteyên xwe yên dagirker 44 welatî revandin û 500 darên zeytûnê jî birîn.

Ajansa Hawarê ragihand çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêra 7, li Bilbilê 7, li Cindirêsê 7, li Şêrewa 5, li Mabata 6, li Raco 3 li navenda bajêr 3 û li Tirkiyê jî îstîxbarata dewleta Tirk 6 Efrînî revandin.

Ji bilî revandina sivîlan, birîna daran jî weke hertim di meha Nîsanê de jî dewam kir.

Li gor ajansê çeteyan tenê di meha Nîsanê de, 500 darên zeytûnan birîne ji wan 375 li gundê Bîla yê girêdayî navçeya Bilbilê bûn.

Back to top button