Rojnameyeke Emerîkî têkildarî zarokên Daiş’î hişyarî da

Rojnameyeke Emerîkî têkildarî xeteriya zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê hişyarî da û diyar kir ku derdora 9 hezar û 500 zarok li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî hene.

Rojnameya The Wall Street Journal a Emerîkî derbarê zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kampên Bakur û Rojhialtê Sûrî de raporek weşand.

Rojnameyê derbarê xeteriya zarokên DAIŞî hişyarî da û got:

Rewşa ku zarokên DAIŞ’ê tê de dijîn, zemîn û fikrekî radîkal li cem van zarokan çêdikin.

Rojnameyê bal kişande ser astangiyên li pêşiya wergirtina dewletên Ewropî ji van zarokan re û diyar kir ku veqetandina zarokan ji dayîkên wan kiryarîkî li dijî qanûna mirovî ya navdewletî ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku heta niha derdora 350 zarokên DAIŞî ji hêla welatên wan ve hatine wergirtin.

Leave a Reply

Back to top button