Dewleta Tirk a dagirker dê leşkerên xwe bişîne Lîbiyayê

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî fermî xwestekên xwe yên dagirkirina Lîbiyayê êşkere dike û divê derbarê de Perlemana Tirkiyê pêşnûmeya şandina leşkerên Tirk ji bo Lîbiyayê erê kir.

Artêşa Lîbya jî ragihand ku ewê amade ne li dijî leşkerên dewleta tirk şer bikin.

Piştî van jî Misrê jî bi daxuyaniyekê biryara şandina leşkeran a dewleta tirk ya ji bo Lîbyayê şermezar kir.

Piştî ku hikumeta Wîfaqê ya Lîbiyayê daxwaza piştevaniya leşkerî ji dewleta tirk kir, îro bi awayekî fermî perlemana Tirkiyê biryara şandina leşkerên Tirk ji bo Lîbyayê erê kir.

Li gorî ku hat ragihandin wê heta salekê şandina leşkerên Tirk ji Lîbiyayê re dewam be û pêkan e ji salekê zêtir jî dirêj bike.

Serokê Perlemana Tirkiyê Mistefa Şentûp destnîşan kir ku pêşnûme bi 325 dengan hat erêkirin.

184 parlementeran jî ji bo şandina leşkeran dengê na bikar anîbûn.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di rojên despêkê yên nîqaşa şandina leşkeran de jî helwesta xwe diyar kiribû û gotibû ewê dengê Na bikar bînin.

ŞANDINA LEŞKERÊN TIRK BO LÎBIYAYÊ
ARTÊŞA LÎBIYAYÊ: EM AMADE NE ŞERÊ HÊZÊN TIRKIYÊ BIKIN

Di vê derbarê de berpirsê di Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbî de Xalid Mehcûb got:

Artêşa Lîbî wê li dijî hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Lîbiyayê derkevin û amade ye ku şerê wan bikin.

Li dijî vê birayarê jî welatê Misirê bertek nîşan da.

ŞANDINA LEŞKERÊN TIRK BO LÎBIYAYÊ
MISIR: BIRYARA ŞANDINA LEŞKERÊN TIRK LI DIJÎ QANÛNÊN NAVDEWLETÎ YE

Misir got:

Ev biryar qanûnên navdewletî û yên Koneya Ewlekariyê binpê dike, nemaze biryara jimar 1970 a sala 2011’an ku şandina leşker û lojistîka leşkerî ji Lîbiyarê re qedex dike.

Her wiha ji bo nîqaşkirina xeteriyên biryara Erdogan, Encumena Ewlehiya Netewî ya Misirî bi serokatiya serokê Misirê Ebdullfetah Sîsî civînek li dar xist.

Leave a Reply

Back to top button