“Rêbertî digot: Bi hêza xwe bawer bin”

Welatparêz Elî Sadûn ku sala 1996`an de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got, “Rêbertî digot bi hêza xwe bawer bin û li benda kesî nemînin. Ji bo azdiyê ji bilî berxwedanê tu rêyên din tune ne.”

Elî Sadûn ku şêniyek Qamişlo ye di 15’ê Tebaxa 1996’an de Rêber Apo dîbîne.

Sadûn bîranîneke xwe ya wê demê parve dike û dibêje:

“Di civînê de min ev pirs ji Rêbertî kir ‘wê kî me biparêze û piştgiriya me bike`.

Rêber Apo jî ev bersiv da ‘divê hûn bi hêza xwe bawer bin, li hêviya alîkariya ji dewletên derve nemînin. Ji bo azadiyê ji bilî berxwdanê tu rêyên din nîn in’.”

Sadûn anî ziman ku wî û malbata xwe hêvî û xelasî di ramanên Rêber APO de dîtiye û wê heta dawî li ser vê xetê têbikoşin.

“Yên ku fikrên rêbertî nas kirine paşde venagerin”

Sadûn der barê tecrdîkirina Rêber Apo û gefên li dijî wî jî wiha got:

“Bi girankirina tecrîdê dixwazin hêza ku Rêber APO daye me ji holê rakin.

Kesên ku fikrên Rêber Apo naskirine, ne pêkane ku ji dû wî fikrî paşde vegerin.

Daxwaza me heta dawiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Ji bo wê jî em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.”

Ehmed Hemo: Divê em hemû li dijî tecrîdê rabin

Back to top button