Li Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser bangawaziya Navenda Parastina Gel ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh êvarê li dijî sûcên dewleta qirker daketin qadan.
Doh êvarê bi sedan ciwanên Qamişlo ji bo şermezarkirina sûcên dewleta tirkî meşek bêkanîn.
Ciwan li Çarxerê ya Şerqî dest bi meşê kir heta konê Şehîd Serdem Agirî meşiyan.
Ciwanan li ber kon daxuyanî dan teqezkir ku her şahadetek hêr û kîna me mezin dike emê tola şehîdan hilînin
Ciwanên Ereb jî li Reqayê bi heman armanê daketin qadan.
Ciwanan sozdan ku ewê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe ya li dijî dewleta dagirker hîn xurtirbikin
Li Minbicê jî sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi heman aramancê meşek lidarxisitn û banga tolhildanê kirin.
Ciwanên Kobanê û Şehbayê jî êrişên dewleta qirker şermezarkirin.