Herê sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navçeya Raniya ya Başûr hatin bîranîn.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê her sê jinên şoreşger bi merasîmekê hatin bîranîn.
Merasîm bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) hat lidarxistin.
Di merasîmê de endama RJAK’ê Aştî Nurî axivî, her sê şoreşger bîranî û got:
”Têkoşîna azadiyê ya xeta Sakîneyan bi îradeyek bihêz herku diçe ber bi lûtkeyê ve diçe.
Em ê ji bo avakirina sîstemek demokratîk têkoşînê bikin û ji bo her tiştî amadene.”
Piştî axafitinê li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê sînevîzyonek hat pêşandan.