Ehmed Hemo: Divê em hemû li dijî tecrîdê rabin

Şêx Ehmed Hemo yek ji kesên ku di salên 1990’î de bi Rêber Apo re civiya ye
Hemo diyar kir ku piştî hevdîtin û naskirina Rêber Apo hêza wî ya têkoşînê zêde bû.

Şêx Ehmed Hemo ku di civakê bi navê Şêx Mişmiş tê naskirin, yek ji wan kesên ku derfet dît ku Rêberê Apo bibîne, ji nêz ve nas bike.

17’ê Gulana 1995’an ji bo Şêx Mişmiş rojeke pîroz û taybete Şêx Mişmiş hevdîtinê bi vî rengî vedibêje : “Ez şenslî me ku bi mirovekî wekî Rêber Apo re civiyame ,

Rêber Apo hêzeke bêhempa da min . Ji bo têkoşîna li ser xeta şehîdan û dewamkirina berxwedanê Rêber Apo ji bo me bû hêz.”

Bi dewamî Şêx Mişmiş got, “Bi saya fikrê Rêber Apo vaye tevgera azadiyê li her derê ye û xwe ispat kiriye.”

Şêx Mişmiş daxuyakirin ku hêzên desthilatdar ji ber ramanên Rêber Apo ditirse ji bo wê tecrîdê ferzdikin..

Di dawiyê de Şêx Mişmiş banga li hemû pêkhateyên heremê kir û got: ”Rêberê Apo ji bo azadiya gel xwe kiriye feda divê em jî rabin ser piyan û hesab ji dagirkeriyê bixwazin.”

Ehmed Pîrê: Wê kes nikaribe me ji fikrê rêbertiya me dûr bixe

Back to top button