Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a rojhilatê Dêrazorê Nadye Diwêhî êrişên dewleta Tirk şermezar kir.
Nadya êrişên li dijî herêmê şermezar kir û diyar kir ku armanca wan, parçekirina yekitiya gelê herêmê ye.
Nadye Diwêhî piştrast kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û şopdarê rêya şehîdan bin.
”Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hacînê Rakan El Ferîh jî derbarê êrişan de axivî.
Rakan El-Ferîh behsa êrişên dagirkeriyê yên bi çekên Kîmyewî li dijî gerîlanan kir û ev tişt anî ziman:
”Bikaranîn çekên kiymawî sûcekî şer û li dijî mirovahî ye û divê li ser wê yekê hesab ji Tirkiyê were pirsîn.”