Ebdilkerîm Omer: DAIŞ desteka xwe ji dewleta Tirk digire

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebreiya Xweser Ebdilkerîm Omer diyar kir ji ber piştgiriya dewleta Tirk çalakiyên şaneyên razayî yên DAIŞ’ê dewam dikin.
Omer da zanîn heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çênebe, dê hebûna van çeteyan dewam bike.

Tevî ku QSD’ê dawî li hebûna erdnîgarî û leşkerî ya Çeteyên Daiş’ê anî , lê hîna jî şaneyên wan ên razayî gefê li ewlehî û aramiya herêmê dixwin.

Derbarê vê yekê de, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebreiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Omer tekez kir ji ber zêdebûna çalakiyên şaneyên razayî yên Daiş’ê, QSD’ê û hêzên Hevpeymana Navdewletî rojane operasyonên hevbeş li dijî wan didin meşandin.

Ebdilkerîm Omer da zanîn heta ku aştî û çaresariyeke siyasî li Sûriyê nebe, dê ne pêkan be dawî li hebûna şaneyên Daiş’ê bê anîn.

Ebdilkerîm Omer: Ger çareseriyeke siyasî li Sûriyê nebe, dê çalakiyên DAIŞ’ê dewam bikin

Derbarê dadgehkirina Çeteyên Daiş’ê, Ebdilkerîm Omer tekez kir ku bi hezaran çeteyên Daiş’ê û malbatên wan di girtîgeh û kampên Rîveberiya xweser de hene û da zanîn ku wan gelek caran bang li civaka navndewletî kir ku ew çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne dadgehkirin û alîkariya lojîstî û zagonî jî jê hate xwestin.

Omer diyar kir ji bo ku zarokên Daiş’iyan di atmosfereke radikal de mezin nebin û di pêşerojê de metirsî li ser herêmê çênekin, ew radestî welatên wan dikin.

Omer da zanîn ku heta niha hejmareke pir kêm radestî welatên wan hatiye kirin û hejmareke mezin jî hîn heye ku bûye bareke mezin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêvebreiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer bal kişand li ser metrsiya mayîna bi hezaran girtiyên Daiş’ê li herêmê û tekez kir ku divê gavên cidî ji hêla civaka navnetewî ve bêne avêtin da ev pirsgirêk çareser bibe.

Back to top button