Reforma Bacê kolanên Kolombiya veguherand qadên şer

Li Kolombiya hêrsa li dijî Reforma Bacê, welat xistiye nava aloziyê.
Kolanên bajarên welat veguherîne qadên şer.
Tundiya polîsan li dijî xwepêşandêran bîlançoya bixwîn zêde dike.
Jimara xwepêşandêrên hatine kuştin derket 37’an.
Li welatên Amerîka û Ewropa ji bo piştevaniya bi xwepêşandêrên Kolombiya re çalakî pêk hatin.

Ji 28’ê Nîsanê ve rewşa li welat bi vî awayî ye.

Reforma Bacê ya li welat hate pêşniyarkirin rê li ber hêrsa gel vekr.

Bi derketina xwepêşandanan ya li kolanê re, polîsan asta tundiyê zêde kir.

Ev 10 rojin pevçûnên li kolanan ranewestiyane.

Xwepêşandanên herî tund jî li paytext Bogota pêk tên.

Polîs bi gaza şid û tundiyê dixwaze xwepêşandêran bilav bike.

Lê hêrsa xwepêşandêran û daxwazên wan, heta niha ne hiştiye ku polîs bigihêjin armanca xwe.

Di nava rojên derbasbûyî de heta niha 37 kes li seranserê welat hatine kuştin.

Jimara birîndaran jî ji hezarî derbas kiriye.

Li gorî danyan ji roja despêka xwepêşandanan heta niha 89 kes jî winda ne.

Li welat rewş di nava salên dawiyê de ji her demê zêdetir bi aloze.

Her çiqas daxwaza despêkê ya xwepêşandêran betalkirina paketa reforma bacê bû, lê bi demê re ev yek veguherî parastina mafê mirovan û dawî anîna li birçîbûnê.

Bihezaran kes li DYA û Ewropa ji bo Kolombiya meşiyan

Li dihê serok û hikumeta Kolombiya dengê piştevaniyê ji welatên parzemîna Amerîka hat.

Li bajarê New York yê DYA bi hezaran kes ji bo piştavaniya bi xwepêşandêrên Kolombiya re daketin qadan.

Li paytexta Spanya Madrîdê jî xwepêşandanên ji bo piştevaniya çalakgerên li Kolombiya hebû.

Back to top button