Ji Amerîka bo Ukrayna 325 mîlyon dolar alîkariya leşkerî

Serokê Amerîka Biden li Koşka Spî pêşwaziya Serokomarê Ukrayna Zelenskî kir.
Biden ragihand ku tankên Abrams wê hefteya bê li Ukraynayê bin.
Di pakêta alîkariyê de alavên zêde yên parastina hewayî û çekên antî-tank hene.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden piştî hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re, pakêta nû ya alîkariya leşkerî ya 325 mîlyon dolarî ji Ukraynayê re ragihand.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku piştî hevdîtina li Koşka Spî bi Zelensky re 2 saetan dewam kir de, Biden got,

“Birêz Serokomar, em bi we re ne, em ê bi we re bimînin.

Tankên Abrams ên despêkê me, wê hefteya bê li Ukraynayê bin.”

Zelensky spasiya pakêta nû ya alîkariyê ya leşkerî ya ku Biden ragihand jî kir û got,

“Pêdiviya leşkerên me yên niha pêk tê.”

Di pakêtê de alavên parastina hewayî yên zêde hene

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, alavên leşkerî yên bi nirxê 128 mîlyon dolarî yên di envantera Wezareta Parastinê de wê ji Ukraynayê re bên şandin.

Wezareta Parastinê (Pentagon) jî dê bi bihayê 197 milyon dolar çek û amûran bide.

Pentagonê diyarkirin ku di pakêta alîkariyê ya 325 milyon dolarî de alavên zêde yên parastina hewayî, topên hawanê, çekên dijî tank û malzemeyên din ên leşkerî hene ku hewcedariyên lezgîn ên Ukraynayê di şerê wê yê li dijî Rûsyayê de pêk bînin.

Lê belê di pakêtê de moşekên bi tîpa ATACMS ên menzîla wan 300 kîlometre ku Ukraynayê dixwest tunebû.

Amerîkaya ku yek ji piştevanên herî mezin ên Ukraynayê ye li dijî êrîşên Rûsyayê, heta îro bi qasî 43 milyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêş kiriye.

Komarparêz li dijî alîkariya ji bo Ukraynayê ne

Di vê navberê de alîkariya nû ya ku tê plankirin li DYA’yê ji Ukraynayê re bê dayîn, dibe sedema nerazîbûnên mûxalefetê.

Daxwaza Biden a ji bo 24 milyar dolar fonên zêde ji bo peydakirina alîkariya leşkerî û mirovî ji Ukraynayê re, ji aliyê Komar-parêzên ku Meclisa Nûneran bi pranî kontrol dikin de dijberin.

Zelensky yê hefteya borî ji bo beşdarî hevdîtinên Civata Giştî ya NY bibe çûbû DYAyê.

Piştî hevdîtinên xwe yên li Washingtonê berê xwe da Kanadayê.

Austin: Ukrayna di êrişa dijber de bi rêkûpêk pêşde diçe

Back to top button