Çîn û Sûriyê gaveke “Hevkariya Stratejîk” avêtin

Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed li Çînê ye.
Esed bi serokê Çînê Xi Jinping re civiya.
Xi got: Armanca me avakirina “hevkariya stratejîk” ya navbera herdû welatan de ye.

Çîn û Sûriye bi avakirina “hevkariya stratejîk” di navbera her du welatan de armanc dikin ku têkiliyên dualî derxînin asteke nû.

Serokê Çînê Xi Jinping îro li Hangzhou bi Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed re civiya.

Televizyona giştî ya Çînê CCTV li ser navê Xi Jinping derbarê hevdîtinê de got:

“Îro di têkiliyên me yên dualî de wê bibe qonaxeke dîrokî.

Em ê avakirina hevkariya stratejîk a Çîn û Sûriyê ragihînin.”

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Jinping di dewamiya axaftinên xwe de wiha got:

“Di hawîrdora navneteweyî ya ku bi bêîstîqrarî û nediyariyê re rû bi rû ye de, Çîn amade ye ku bi Sûriyê re bi hev re xebatan bimeşîne, bi xurtî piştgirî bide hev, hevkariya dostane pêş bixe û edaleta navneteweyî biparêze.”

Jinping diyar kir ku têkiliyên di navbera her du welatan de “ji ceribandina guhertina navneteweyî derbas bûn” û dibêje:

“Dostaniya di navbera her du welatan de bi demê re xurtir bûye.”

Beşar Esed ku piştî navbereke 20 salan ji roja Pêncşemê ve ji bo serdaneke fermî li Çînê ye.

Tê çaverêkirin ku piştî beşdarbûna vekirina lîstikên Asyayî yên roja Şemiyê li Hangzhou, rojên Yekşem û Duşemê têkiliyên xwe li Pekînê dewam bike.

Ji bo zêdekirina hevkariya aborî û siyasî ya di navbera Çîn û Sûriyê de demekî xebat hatin meşandin.

Çîn ku yek ji pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) xwedî mafê vetoyê ye, herî kêm 8 hewildanên derbaskirina biryarên li dijî Esed di konseyê de asteng kiribû.

Ji bilî Çînê, Rûsya ku piştgirê herî girîng ê Esed e, di konseyê de xwedî mafê vetoyê ye.

Serdan her wiha hemwextî serdemeke ku Çînê bandora xwe li Rojhilata Navîn gelekî zêdekirî pêk hat.

Hikumeta Şamê jî ji Gulanê ve bi serdana li Erebîstana Siûdî û vegera li Yekîtiya Ereban, hewil dide rawabûna xwe çêbike.

Beşar Esed piştî 20 salan li Çînê ye

Back to top button