Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxî ji malbatên qurbaniyên li Mereş, Dîlok û herêmên din ên Bakurê Kurdistanê re xwest û piştgiriya xwe pê re nîşan da.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) ji bo mexdûrên erdheja ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê rû daye, peyama sersaxiyê weşand.
QSD`ê gotin: “Em êşa gelê xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê parve dikin, ji qurbaniyan re dilovaniyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
Ji bo derbaskirina bandorên erdhejê li tevahî herêmên Sûriyeyê, hêzên me ji bo alîkdarîdayîna lezgîn û şandina tîmên rizgariyê ji bo herêmên zirar dîtine, amade ne.
Em sersaxiyê didin malbatên li Mereş, Dîlok û herêmên din ên Bakurê Kurdistanê û di vê dema zehmet de piştevaniya xwe bi wan re nîşan didin.”