Bi boneya rojbûna Rêber Apo wê10 hezar dar werin belav kirin

Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li herêma Firatê wê 10 hezar dar li şêniyan were belav kirin.

Bi boneya rojbûna rêber Ocalan, dê 30’ê vê mehê Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê
dest bi pêngava belavkirina daran bike, da ku 2’yê Nîsanê wan biçînin.

Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê para hemû navçeyan diyar kir û li ser vê yekê dê daran radestî komînan bike, da ku li şêniyan belav bikin.

Her wiha dê dar li gorî rûbera şîn a her navçeyekê were belavkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Gerînendeya Jîngehê ya Firatê Arif Balî axivî û diyar kir ku armamc ji belavkirina daran, xemilandina herêmên me ye, ji ber ku şer bandor lê kir.

Arif Balî da zanîn ku wan roja rojbûna Rêbertî hilbijartine ji bo ku daran biçînin û got: “Ji ber ku rêbertî ji xwezayê hez dike, me roja rojbûna wî hilbijart da em daran biçînin.”

Balî bang li gelê herêmê kir ku çanda çandina daran xurttir bikin û parastina darên ku hatine çandin bikin.

Back to top button