Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Bi saya Egîd û Mazlûman Êzidî xwedî hêz in

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi boneya Heftiya Qehremaniyê, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir Civaka Êzidî bi saya qehremanên mîna Mazlûm û Egîd xwe nas kir û bû hêz.

Di daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan de wiha hate gotin: “Fermandar Egîd berxwedaniya hevrê Mazlum Doxan gihand çiyayên azad.

Egîd, bû sembola qehremantiyê û pêşengî ji Egîdên nûjen re kir.

Îro bi saya wan qehremanan, civaka Êzidî xwe naskiriye û li ser rêya qehremanên têkoşîna azadiyê hêza xwe ya parastinê avakiriye.

Ew destanên qehremantiyê êdî bi demê re bûn nîşaneya jiyanek azad ku her tim were jiyankirin.

Em îro bi saya firkir û felsefeya Rêber Apo ku şehîdan weke nirxên civakê yên herî pîroz pênase dike, gihiştin vê astê.

Bi vî ruhê fedayî yê li çiyayên azad bi pêşengiya jinên leheng û gerîlayên azadiyê, ev berxwedanî belavî hemû şaniyên civakê dibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û hat diyar kirin ewê heta dawiyê têkoşînê berdewam bikin.

Back to top button