Hêzên hikûmeta Şamê baregehên artêşa Tirk topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê 2 bergehên artêşa Tirk ên li Helebê topbararan kirin û 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn. Balafirên şer ên Rusyayê jî bakurê Idlibê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand, hêzên hikûmeta Şamê 2 baregehên artêşa Tirk ên li derdora bajarokê Daret Eza a li Helebê, bi moşekan topbaran kirin.

Hate ragihandin ku di encam de 2 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.

Di heman demê de hêzên hikûmetê bi çekên giran bajarokên Filêfil, Benîn, Sifûhin û El-Bara ên li başûrê Idlibê dan ber topban.

Balafirên şer ên Rusya jî êrişî derdora bajarokê Mearêt Nasan ya li bakurê Idlibê kir.

Di encamê de bargeha çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hate ruxandin.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk jî nuqteyên hêzên hikûmetê ên li başûrê Idlib û rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Di topbaran li ser başûrê Idlibê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.

Back to top button