Austin: Ukrayna di êrişa dijber de bi rêkûpêk pêşde diçe

Amerîka ji pêşketina hêzên Ukrayna ya li welat razî ye.
Wezîrê Parstinê yê Amerîka Lloyd Austin got:
Êrişa dijber ya artêşa Ukrayna dayî despêkirin bi rêkûpêk dewam dike.
Di demekî nêzde wê Kîev tankên Abrams yên DYA jî bigre.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Lloyd Austin ragihand ku wê di demek kin de Kîev tankên wan yên Abrams bigre.

Ev peyama Austin di axaftina wî ya vekirina civîna Koma Têkiliya Parastinê ya li Ukraynayê de hate kirin.

Austin: Di demek nêz de wê taknên abrams bigihêje Kîevê

Lloyd Austin got:

“Ez kêfxweş im ku radigihînim tankên M1 Abrams ên ku me soz daye bidin Kîevê wê di demeke nêz de radestî wan were kirin.

Êrîşên dijber ên Kîev pêşveçûnên xwe didomînin.

Hêzên wêrek ên Ukraynayê derbasî xetên giran ên artêşa êrîşê ya Rûsyayê dibin.”

Austin herwiha pêşwazî li Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustam Omerov yê nû dest bi erk kirî jî kir.

Waşîngtonê soz da ku tankan bide Kîevê wekî beşek ji alîkariya 43 milyar dolarî ya ku Amerîka soz daye ji dema êrişa Rûsyayê ya Sibata 2022’an li dijî Ukraynayê dayî despêkirin de bide.

Li gorî di destpêka vê mehê de hat ragihandin, wê tank bi cebilxaneyên uranyuma kêmbûyî ku dikarin derbasî wesayîtên zirxî bibin werin şandin.

Cebilxaneyên navborî dibe sedema nîqaşan.

Ji ber ku ew dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî penceşêrê û kêmasiyên zayînê li herêmên ku di pevçûnên berê de hatine bikar anîn.

Lê belê, bi zelalî nehatiye îsbat kirin ku ew dibin sedema rewşên weha yan na.

Back to top button