DYA: Vekişîna hêzên me jin Efxanistanê li gorî plana hatî diyarkirin pêk tê

Di demekê de ku Talîban ji aliyê leşkerî ve xurt bûye, Amerîka hêzên xwe yên leşkerî vedikişîne.
Rêveberiya DYA’yê ragihand ku vekişîn li gorî plana hatiye destnîşankirin bi pêk tê.

Talîbanê doh duyemîn bendava herî mezin a welêt kontrol kir.

Tevî ku xeterî heye temamiya welêt kontrol bike, hêzên li Efganistanê vedikişin.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îdîa dike ku metirsiyeke bi vî rengî nîne.

Wezîrê Parastinê Lloyd Austin li ser vekişînê daxuyaniyek da û got,

“Vekişîn bi qasî ku hatiye plankirin dewam dike.”

Austin ragihand ku wê piştgiriya xwe ya ji bo hikumet û hêzên Efganistanê dewam bike.

Serokê Fermandariya Giştî Mark Milley jî anî ziman ku gelek balafirên bombebaran giran û şer jî wê piştgiriyê bidin vekişînê.

Li gorî Milley hîna zû ye ku mirov li ser encamên vekişînê biaxivin.

Back to top button