Şêniyên Helebê cenazeyê şehîd Ehmed Seydo oxir kirin

​​​​​​​Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Seydo bi merasîmekê oxirkirin. Li Kobanê cenazeyê şehîd Êrîş Berxwedan bi merasîmekê hat xorikirin û ji bo şehîd Arvîn Tolhildan merasîmek xiyabî hate lidarxistin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Ehmed Seydo dema ku li ser erka xwe bû li Helebê şehîd bû.

Îro şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Ehmed Seydo bi merasîmê li Goristana Şehîdên Berxwedanê oxir kirin..

Bi dehan ji welatiyan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Li goristanê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina azadî û serkeftinê da.

Her wiha endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hesen jî axivî û bal kişand li ser berxwedan û tekoşîna şehîd Ehemd..

Paşê,wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Ehmed li goristanê di nava siloganan de hat spartin.

Li Kobanê merasîma şehîd Êrîş Arvîn Tolhildan hatin lidarxistin

Li kobanê jî merasîmên şehîdan hebûn û şehîd hatin oxirkirin.

Endamê Hêzên Asayişê Cemal Osman bi nasnav Êrîş Berxwedan dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Her wiha gerîla Perwîn Mihemed bi nasnav Arîn Tolhildan jî di 5’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bûbû..

Şêniyên Kobanê li goristana şehîdan cenazeyê şehîd Êrîş bi merasîmkê oxirkirin û şehîd Arîn Tolhildan bi bîr anîn.

Di merasîmê de, kesên ku axivîn diyar kirin ku ji bo avakirina civakeke polîtîk û exlaqî şehîdan Êrîş û Arvîn canê xwe feda kirin..

Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Cenazeyê şehîd Êrîş di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşman de hat veşartin.

Back to top button