Ciwanên Şengalê êrişa li Parîs û Şengalê şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê bi daxuyanyekê êrişên Parîs û Şengalê şermezarkirin û diyar kirin ku wê êrişkar hesabê karên xwe yê qirêj bide.

Yekîtiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê civîna xwe ya salane lidarxistin û piştî civînê bi daxuyaneyekê êrişên li Parîsê û Şengalê şermezarkirin.

Her wiha hate diyar kirin ku wan di civîna xwe de soza bilindkirina têkoşîna ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan a dane.

Ciwanên Şengalê: Em ê bi têkoşînê Rêber Apo azad biki

Ciwanan diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo rê li ber fikra Rêber APO ya ji bo azadiya gelan bigirin, tecrîdek giran didin meşandin.

Li himberî gerîlayên ku parastina mirovahiyê dikin çekên qedaxekirî bikartînin û dixwazin bi van karan serweriya xwe li ser cîhanê ferzbikin.

Di dawiyê de Yekîneyên Ciwanên Şengalê got: “Em ê li hember hemû êrişan têkoşîna xwe dewam bikin, xurt bikin û Rêber Apo azad bikin.”

Back to top button