Îro li her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Kobanê, Rojava û Şerq), ezmûnên dawiya sala perwerdeyê ya 2022-2023’an dest pê kirin.
765 xwendekarên Zanîngeha Kobanê dest bi ezmûnên dawiya salê kir.
Zanîngeha Kobanê ji 12 fakulteyan pêk tê.
Hezar û 600 xwendekarên zanîngeha Rojava jî dest bi ezmûnan kirin.
Ji bilî Fakulteya Bijîşkiyê li 11 fakulte, 2 peymangehên fêrkirina bilind û peymangeheke din ên Zanîngeha Rojava ezmûn pêşkêş kirin.
Xwendekarên zanîngeha Şerq ya Reqayê jî ezmûnên xwe pêşkêş kirin.
Zanîngeha Şerq ji 5 fakulte û 4 peymangehan pêk tê
Ezmênên her 3 zanîngehan wê 26’ê Hezîranê bi dawî bibin.
Dema ezmûnên Fakulteya Bijîşkiyê li gor sala xwendinê cuda ye.
Xwendekarên sala yekem, sibê dest pê bikin heta 2’ê Tîrmehê.
Salên 2, 3, 4 û 5’an, 8’ê Tîrmehê dest pê bikin, heta 30’ê Tîrmehê.
Ezmûnên sala 6’an jî, wê destpêka Cotmehê heta 22’ê heman mehê bi dawî bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li 4 fakulteyên Zanîngeha Rojava ezmûnên pratîk pêk hatin.