Li Şengalê jî Saziya Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê, der barê vê rojê de daxuyaniyek da. Tê de ji bo piştgirî û pêşxistina zimanê dayikê, kampanyayek hat destpêkirin.
Saziya Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê di daxwiyaniyê de dibêje:
Tevî ewqas ferman, zehmetî û êrîşên giran, xebatên ziman û perwerdeyê heta asteke baş hatine meşandin.
Saziyê di daxuyaniya xwe de bi boneya vê rojê û ji bo piştgiriya xebatên perwerdehiyê yên li Şengalê kampanyayek alîkariyê da destpêkirin.
Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê dawiyê bang li tevahî sazî û gelê êzidî kir, ku bi awayekî xurt beşdarî kampanyayê bibin û li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin.
Her wiha bang li UNESCO’yê jî kir ku bi erka xwe rabe û piştgiriya xebatên ziman ên li Şengalê bike.