Parêzerên Nevalny: Rewşa xwe nebaş û nexweşiya wî giran dibe

Vladimir Pûtîn yê di parastina kursiyê deshilata xwe de bi israre, kelemên li pêşiya xwe jî yek yek ji nav dibe.
Lîderê Mixalîfên Rûsya Aleksey Nevalny di girtîgehê de bi mirinê re rûbirû hatiye hiştin.
Parêzerên Navalny ragihandin ku rewşa lîderê mixalîfan Nevalny nebaşe û tenduristiya wî jî xerab dibe.

Serok dewletê Rûsya Vladimir Pûtîn yê kursiyê deshilata xwe qayîm kir, niha jî zextên li ser mixalîfan zêdetir dike.

Pûtîn vê yekê jî bi rêya zextên ji asta herî jor ve despê kiriye.

Komek ji parêzerên lîderê mixalîfên Rûsya Aleksey Nevalny ji bo şopandina rewşa wî berê xwe dan girtîgeha lê tê girtin.

Komê ku rewşa Nevalny ji nêz ve şopandin diyarkirin ku êdî destên wî puç dibin û kuxika wî zêde bûye.

Parêzera Navalny Olga Mikaylova ji ajansa AFP’ê re axivî û got:

Xerab tê dîtin û xwe jî baş hîs nake.

Ji 90 kîloyan daketiye 80’an.

Ji koma şopandinê parêzerekî din ragihand ku rojê Nevalny kîloyekê dadixe.

Hefteya derbasbûyî Aleksey Navalny ji ber ku derfetên pêwist jêre nayê dayîn û nikare bizîşkê xwe bibîne dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Kremlin di pêkanîna cezayê giran yê li hember Navalny de bi israre.

Rewşa lîderê mixalêfê Rûsya di rojeva Koşka Spî de bû.

Koşka Spî: Rêveberiya Rûsya ji tenduristiya Nevalny berpirsyare

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki jî di daxuyaniya çapemeniya rojane de îşaret bi rewşa Nevalny kir û daxuyakirin ku ew ji rewşa lîderê mixalîfên Rûsya bifikarin.

Psaki got:

Ji başbûn û tenduristiya Navalny hikumeta Rûsya berpirsyare.

Back to top button