Kuştina 5 welatiyên Başûrê Kurdistanê li Mêrdînê

KNK’ê têkildarî kuştina 5 kesên ji Başûrê Kurdistanê yên ku li Mêrdînê hatibûn qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ev qetlîam di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de pêk hatiye.

Di 19’ê Çileyê de li Mêrdînê 5 welatiyên ji Duhokê bi êrişeke çekdarî hatin kuştin.

Konseya Rêveber ya KNK’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da..

KNK: Komkujiya li Mêrdînê di bin kontrola dewleta Tirk de pêk hatiye

KNK’ê got: “Piştî lêkolînên me, diyar bûye ku kuştina her pênc hemwelatiyan, bi destê çend kontrayên di bin kontrola dewleta Tirk de pêk hatiye.

Kesên ku canê xwe ji dest dane ji eşîra Rêkanî ne û malbateke welatparêz in.

Komkujiya li ser vê malbatê komkujiyeke siyasî ye, dewamiya van sûcan e ku Tirkiye li hemberî kesayetiyên pêşeng û welatparêzan dike.”

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê sersaxî ji malbata cangoriyan û ji gelê Kurd re xwest û bang li dadgeh û hikumeta navendî ya Iraqê kir ku bûyerê bişopînin heta ku zelal dibe.

Back to top button